Îsraîl: Tetbîqata han peyamek bû bo Îranê

du welatên erebî di tetbîqatê de beşdarin.
کوردستان TV
100%

Bo cara ewil Îsraîl û çend welatên Erebî tetbîqateke hevbeş ya leşkerî pêk anîn.

Li gor nûçeya çapemeniya Îsraîlê, roja 10ê Mijdarê, li bendera Eqebe ya li deryaya sor, tetbîqateke leşkerî ya hevbeş di navbera Îsraîl, Amerîka û çend welatên Erebî de hatiye lidarxistin.

Li gor rojnameya Jerusalem Postê ev tetbîqata han peyameke girîng û hevbeş bû bo êrîş û zêde gaviyên Îranê li Rojhilata Navîn de.

Çapemeniya Îsraîlê eşekere kiriye ku armanc ji tetbîqata han pêşî girtine ji hewldanên Îranê yên bo terora deryayî û herwiha parastina azadiya hatûçûya deryayî û dûr xistina Îranê ye ji deryaya sor.

N: E. G

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.