Li ser kêla wî navê Tirkiyeyê nivîsandine.
Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî komeke neteweperest yên Tirk li Parîsê êrîşî ser gora Hunermendê navdar Ehmed Qaya kirine.
Ev êrîşkarên han gora Ehmed Qaya têk dane û li ser kêla wî jî navê Tirkiyeyê nivîsandine.
Ehmed Qaya hunermendê navdar yê Kurde, di sala 1999an de jiber ku gotibû, Kurdim û stiranên Kurdî jî bibêjim, rastî êrîşî neteweperestên Tirk hat û neçar ma ji Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê derkeve.
Nav hatî sala 2000an li Parîsê koça dawî kir û gora wî jî her li Parîsê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin