Komeke cîhadî dîsa darên zeytûnan dibire û diforoşe.
Li gor zaniyariyên berdest, komeke cîhadî ya ser bi Tirkiyeyê ve yaku, li gel artêşa Tirkiyeyê Efrîn dagîr kirine, berdewame li ser zilm û zextên xwe yên li dijî welatiyên Kurd.
Jêderên xwecîhî behsa vê yekê dikin ku koma cîhadî ya Siqûr El Şimal duhê zêdetir ji 120 dar zeytûnên welatiyekî Kurd yê bi navê Mihemed Elî Hebîb ku şêniyên devera Bilbiliyê birîne.
Ev koma cîhadî wan daran hem dişewitîne û him jî difiroşe.
Weke tê zanîn piştî dagîr kirina Efrînê hem dizîna şûnwarên dîrokî, hem talan kirina mal û milkên welatiyên Kurd û him jî guhertina demografiya bajêrê bûye kareke rojane ya serekî ya Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin