Du berpirsên din yên DIŞIê hatin girtin

beriya çend rojan li Enbarê jî berpirseke din hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan berpirsê karûbarên îdarî li eyaleta Cizîre bûye.

Artêşa Îraqê ragihand ku operasiyonên wan yên li dijî terorîstên DIŞIê û tîmên razayî yên terorîstan berdewamin.

Di daxuyaniya artêşa Îraqê de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya wan operasiyonan de li ser esasê zaniyariyên ku dest wan ketine, hêzên artêşê li parêzgeha Zomarê ya li Rojavayê parêzgeha Nînovayê operasiyoneke din lidar xistine.

Di encama operasiyona han de du terorîstên DIŞIê hatine girtin ku yek ji wan di demê xwe de berpirsê karûbarên îdarî yên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Cizîre ya li Rojavayê Mûsilê bûye.

Weke tê zanîn di destpêka hefteyê de berpirsekî din yê DIŞIê li Enbarê hatibû girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.