Ji aliyê îtlaata Îranê ve hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya li Nexede di encama eşkenceya dijwar ya hêzên îtlaatê de canê xwe ji dest dane.
Ev her du girtiyên Kurd ku navên wan Esed Ramîn û Dawûd Rehîmiye, beriya niha di encama êrîşeke çekdarî ya çekdarên Îranê de li Urmiyeyê birîndar bibûn û piştî eşkenceyeke dijwar bo girtîgeha Nexedeyê hatibûn veguhastin.
Navendên ragihandinê behsa vê yekê dikin ku beriya çend rojan îtlaata Îranê wêneyên wan her du kesan bi mirî daye malbetên wan.
Heta niha cenazeyên wan radestî kesûkarên wan nehatine kirin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin