Behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm kir.
Di civînê de her du aliyan derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên Îraqê de giftûgo kir û pêşniyarên xwe derbarê encamên hilbijartinên Îraqê û prosesa siyasiya piştî hilbijartinên Îraqê anîn ziman.
Di civînê de Emar Hekîm daxwaz ji Serok Barzanî kir ku, rola xwe ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Îraqê û dabîn kirina aramiyê li welat de bilîze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin