Hêzên Îraqî rê nadin Cotkarên Kurd cotê bikin

gef li Kurdan dikin û dibêjin lazime ji deverê derkevin.
کوردستان TV
100%

Ji Cotkaran re gotiye lazime di nava 24 seatan de ji deverê derkevin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro çarşem, hêzeke leşkerî ya Îraqê li devera Sergeran di nava erdên çandiniyê yên Kurdan de hatiye belavkirin.

Ev hêza han rê nade Cotkarên Kurd daku cotê û karûbarên taybet bi çandiniyê bikin û ji Cotkarên Kurd re gotiye ku lazime di nava 24 seatan de ji wan erdan derkevin.

Ev di demekê deye ku beriya 3 rojan jî zêdetir ji 50 malbetên Ereb ji parêzgeha Dîwaniyeyê hatibûn deverê û li ser erdên Kurdan konên xwe vedabûn û gotibûn ev der axa meye û lazime hun Kurd ji wir derkevin.

Tişta  sosret eve ku artêşa Îraqê  jî piştîvaniya ev hewldanên han yên dagîrkariyê dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.