Serokwezîr çû Behreyinê

çend civîn û hevdîtinan li gel berpirsên welatan pêk tîne.
کوردستان TV
100%

 

Beşdarî di komcivîna diyaloga Menameyê de dike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdariya (diyaloga Mename 2021) dike û li gel berpirsên bilind yên Amerîka, Ewrûpa û welatên deverê dicive.

Îro înê 19ê Mijdara 201an Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hikûmî ber bi paytexta Şahnişîna Behreyn, Menameyê berê ket daku beşdarî di komcivîna diyaloga Mename 2021an ku di roja 19ê destpê dike û heta 21ê Mijdarê berdewam dibe, bike.

Di komcivîna han de ku têde çend Siyasetmedar, hizirmend, karsaz û kesatiyên navdar yên cîhanê jî beşdarin, giftûgo derbarê mijarên têkildar bi ewlekarî, berevanî û kêşeyên dever û cîhanê tê kirin.

Biryare Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya komcivîna han de çend civîn û hevdîtinên girîng li gel berpirsên bilind yên Amerîka, Ewrûpa, welatên Erebî û Rojhilata Navîn pêk bîne.

Şanda li gel Serokwezîr pêk hatiye ji wezîrê karûbarên pêşmerge Şoreş Îsmaîl, wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab û berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn dizeyî.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.