Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:53

Mesrûr Barzanî û wezîrê dewlet yê Almanyayê civiyan

almanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa koçberan li sînorên Belarûs kirin.

Di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe yên li Menameyê de, îro danê sibê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê Miguel Berger civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê û rewşa koçberan li ser sînorên Belarûsyeyê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de şanda Almanî jiber rêkarên ku hikûmeta Kurdistanê li hember bazirganên mirovan cîhbicîh kiriye û jiber asankariyên ku bo vegerandina koçberan kiriye, spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jî diyar kir ku, Kurdistan pêşwazî ji her hevkarî û hemahengiyek li gel welatên Yekîtiya Ewrûpayê bo bihawar çûn û çareser kirina kêşeyên koçberan li ser sînorên Belarûs û Polendayê dike.

Di beşeke din ya civînê de nîqaş li ser reformên hikûmeta herêma Kurdistanê, derfetên pêşde birina prosesa hêlbirînê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.