Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:53

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Urdinê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê hate kirin.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîr spasiya Şahê Urdinê kir.

Îro li Menameya paytexta Behreyinê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de, li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dîrokî yên di navbera Urdin û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê de hate kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Urdinê û wezîrê derve yê vê welatî, silav û rêzên Şahê Urdinê Şah Ebdulah gehande Serokwezîr û amadebûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya piştîvaniya berdewam ya Şah Ebdulah û Urdinê kir û tekez li ser girîngiya berfire kirina warên hevkarî û hemahengiya li  gel Urdinê kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.