Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:53

Serokwezîr û wezîrê berevanî yê Amerîkayê civiyan

Amerîka li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Îro li Menameya paytexta Behreyinê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê berevanî yê Amerîkayê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 20ê Mijdara 2021an li Menameyê li gel wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin civiyan.

Di civînê de wezîrê berevanî yê Amerîkayê bi rêzdarî ve behsa rol û pêgeha Serok Barzanî li herêma Kurdistan û Îraqê de kir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymaneke girîng ya Amerîkayêye li deverê de û diyar kir ku Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û bi taybetî hêzên pêşmerge di rûbirû bûna DIŞIê de.

Di civînê de me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê kir û tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hebûna hemahengiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir.

Diyaloga steratejîkî ya Amerîka û Îraqê û girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê mijarên din yên civîna me bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.