Aliyeke şîeyan daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinan dike

li dadgehê doz bo hilweşandina hilbijartinan tomar kiriye.
کوردستان TV
100%

Basikê siyasî yê heşda şebî li dadgeha federalî doz vekiriye.

Hevpeymaniya Fetih ku eniya hevbeş  ya baskên siyasî ya koma çekar ya heşda şebiye, ragihandiye ku encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê ku roja 10 Cotmehê hatibûn kirin, qebûl nake.

Di vê derbarê de peyvdarê koma çekar ya Esayîbî Ehlîheq ku baskeke ser bi heşda şebiye, Mehmûd Robeyî ragihand ku hevpeymaniya Fetih bi fermî li dadgeha destûrî ya federalî ya Îraqê doz vekiriye û daxwaz ji dadgehê kiriye daku, encamên hilbijartinê hilweşîne.

Hevpeymaniya Fetih yek ji wan aliyên siyasî yên şîeye ku di hilbijartinên parlementoya Îraqê de rastî şikeseke gelek mezin hatiye û tenê 16 korsî bidest aniye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.