Rojane herî kêm 11 bûyerên tirafîkê diqewmin.
Îro 21ê Mijdarê, roja cîhaniya bîranîna qurbaniyên bûyerên tirafîkê ye û bi vê minasebetê jî birêveberatiya polîs hatûçûya Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 10 mehan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 509 bûyerên curbicur yên tirafîkê qewmîne.
Di encama wan bûyeran de bi giştî 530 kes canê xwe ji dest dane û 6 hezar û 26 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya birêveberatiya polîs de hatiye diyarkirin ku rojane li Kurdistanê 11 bûyer diqewmin û di encama wan bûyeran de jî li gor amaran 22 kes dibin qurbanî ( birîndar dibin anjî canê xwe ji dest didin).
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin