Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:37

Cîhadiyên Tirkiyeyê 6 welatiyên din yên Kurd revandin

bo azad kirina wan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê bo pereyan revandine.

Li gor zaniyariyên ku ji Efrîna dagîrkirî dest ketine, roja 18ê Mijdarê, komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê 6 welatiyên din yên Kurd revandine.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku koma terorîst ya cîhadî ya bi navê Mihemed Fatih li gundê Memilayê ya li Efrînê 6 welatiyên Kurd bo ku ji kesûkarên wan pereyan bistînin revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Weke tê zanîn revandina welatiyên Kurd li Efrînê bûye karê rojane yê artêşa Tirkiye û komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê û bo azad kirina wan jî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.