Serokwezîr li gel wezîrê derve yê Îmaratê civiya.
Îro li Mename Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Îmaratê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro yekşem 21ê Mijdara 2021an li Menameya paytexta Behreyinê li gel wezîrê dewlet li wezareta derve ya Îmaratên Yekgirtî yên Erebî Xelîfe, Şahîn Elmerer civiyan.
Di civînê de pêşhatên dawî û pêşhatên deverê bi giştî û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îmaratê hatin nirxandin û tekez li ser girîngiya pere pêdan bi hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan bo dabîn kirina aramiyê li deverê de hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin