Erbil 38°C Saturday 23 Aug 01:53

Mesrûr Barzanî: Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge

dibêje welatên beşdar qala girîngiya rol û pêgeha Kurdistanê dikin.
کوردستان TV
100%

Daxuyanî da çapemeniya Kurdistanê.

Îro li Menameya Paytexta Behreyinê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da çapemeniya Kurdî û behsa naveroka civînên xwe yên li gel şandên welatên beşdar di forma diyaloga Menameyê de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, welatên beşdar di forma han de Kurdistan û pêgeha Kurdistanê li deverê de bi girîng bilêv dikin û tekez li ser rola girîng ya Kurdistanê ya bo dabîn kirina aramiya deverê dikin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, şanda Amerîkî ya bi Serokatiya wezîrê berevanî yê Amerîkayê ji wan re gotiye ku hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo pêşmergeyê berdewam dibin.

Barzanî diyar kir ku, pirsa ewlekariyê tenê pirseke navxweyî ya welatan nîne belku pirseke girîng ya deverê ye û welatên beşdar jî rêzdariya xwe ya li hember rola dezgehên ewlekarî yên Kurdistan diyar kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.