Erbil 38°C Saturday 23 Aug 10:07

Îtalya berdewam dibe li ser hevkarî kirina pêşmerge

geştên esmanî yên raste rast di navbera her du welatan de destpê dikin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel Konsulusê nû yê Îtalyayê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Îtalyayê yê li Hewlêrê Michele Camerota kir.

Di destpêka hevdîtinê ser Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Konsulusê nû yê Îtalyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya Îtalyayê jî kir ku, di şerê dijî DIŞIê de di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de hevkarî û piştîvaniya Kurdistan û hêzên pêşmerge kiriye.

Di berdewamiya civînê de Konsulusê nû yê Îtalyayê jî dilxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe li Kurdistanê diyar kir û hêvî xwest di dema pîwerdariya xwe de bikarêbe hewl bo pêşde birina têkiliyên navbera Îtalya û Kurdistanê de bide.

Nav hatî herwiha rêzdariya xwe ya li hember rola Kurdistanê di şerê terorê de diyar kir û anî ziman ku Îtalya berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistan û hêzên pêşmerge.

Rewşa Koronayê, kar û çalakiyên tîmên Îtalî li Kurdistanê de, egera vekirina beşê zimanê Îtalî li zanîngehên Kurdistanê de, û destpêkirina geştên asmanî yên raste rast di navbera Îtalya û Kurdistanê de mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.