Taybet dibe bi rewşa jîngehê.
Civata wezîran îro civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de hate weşandin.
Îro çarşem 24ê Mijdara 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me behsa roja cîhaniya nehêştina tundûtîjiya dijî jinan kir ku, her sal di 25ê Mijdarê de li cîhan û herêma Kurdistanê de tê bîranîn.
Me diyar kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, tevahiya hewlên xwe bo nehêştina her cure tundkariyekê bi taybetî tundûtîjiya dijî jinan bitevger dike weke çawe di karnameya kabîneya 9an de tekez li ser parastina mafên jinan hatiye kirin.
Di berdewamiya civînê de me behsa girîngiya beşdarî kirina şanda herêma Kurdistanê di komcivîna diyaloga Mename ya 2021an kir ku, di rojên 19 heta 21ê Mijdara 2021an li paytexta Behreyinê hatibû organîzekirin, beşdarî kirina herêma Kurdistanê di komcivîna han de tekez kirin bû li ser rola girîng ya herêmê weke faktereke aramiyê li deverê de.
Di beşeke din ya civînê de giftûgo derbarê pêşhatên siyasî yên Îraqê piştî hilbijartinan û peyama herêma Kurdistanê bo aliyên siyasî kir ku, pêwîste diyalogeke aram di navbera aliyan de were meşandin bo berejwendiyên giştî yên welat. Civata wezîran tekez li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexdayê kir bo dabîn kirina maf û şayîsteyên destûrî yên herêmê.
Di mijara duyem ya civînê de nîqaş li ser narezatiyên Xwendekarên zanîngeh û peymangehan hate kirin ku û wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî Aram Mihemed Qadir raportek di vê derbarê de pêşkêş kir, piştî giftûgo û lihev veguhastina ramanan, civata wezîran biryar da daku piştîvaniya darayî, bo wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî bo baştir kirina rewşa beşên navxweyî, rewşa Xwendekarên zanîngeh û peymangehan.
Civata wezîran rixmî ku hêzên çalakiyên medenî pîwerdar kir daku mafên xwepîşandanên aram yên Xwendekaran yên ku bo bicîh anîna daxwazên xwe organîze dikin, parastî bin, hevdem civata wezîran jî bi tundî ev bêrêziya ku ji aliyê hinek aliyan ve li hember pîroziyên herêm û alaya pîroz ya Kurdistanê hatine kirin mehkûm kir û rêkarên qanûnî jî li hember kesên ku bêrêziya han kirine têne wergirtin, herwiha êrîş kirine ser hêzên ewlekarî û bêrêzî kirin bi wan, têkdan, şewitandin û wêran kirina dezgehên fermî jî bi tundî hate mehkûmkirin.
Di rojeva sêyem ya civînê de raportek derbarê hewlên hikûmeta Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeya koçberan li ser sînorên Belarûs û Polendayê û vegerandina dilxwaz ya wan bo herêma Krudistanê, ji aliyê Serokê fermangeha têkiliyên derve Sefîn Dizeyî ve hate pêşkêşkirin, rixmî destxweşî kirin li fermangeha têkiliyên derve, civata wezîran, tekez li ser berdewamiya hewldanên xwe yên bo bihawar çûna wan koçberan û asankarî kirin bo vegera dilxwaz ya wan kir û tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku lazime wezareta navxwe rêkarên qanûnî li hember wan kesên ku rewşa han bo meramên xwe veguhastine û bazirganî bi jiyan û selametiya koçberan dikin bistîne.
Di dawiya civînê de Serokê desteya parastina jîngehê Ebdulrehman Sidêq raportek derbarê rewşa jîngehê li herêmê pêşkêş kir, civata wezîran jî rixmî diyar kirina girîngiya jîngehê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve ku pirseke navnetewî ya girînge û bo hikûmeta Kurdistanê jî girînge, tevahiya wezaretan pîwerdar kirk u hevkariya desteya parastina jîngehê bikin û bo wan proje û planên ku ji aliyê Serokê desteyê ve hatibûn pêşkêşkirin, biryar hate dayîn ku, amadekariyên pêwîst bo organîze kirina konferanseke zanistî berfire û giştî bo pere pêdana jîngehê li herêma Kurdistanê de were lidarxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin