Di encama du êrîşan de 5 kolber hatine birîndarkirin.
Êrîşên raste rast yên çekdarên Îranî bo ser Kolber û Kasibkarên Kurd berdewamin û di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, di encama êrîşên çekdarên rejîmê de 5 kolberên Kurd birîndar bûne.
Hengawê belav kiriye ku roja pêncşem li Urmiye û Kirmaşanê, çekdarên rejîma Îraqê bi awayeke raste rast êrîşî ser du karwanên Kolberên Kurd kirine û di encama wan her du êrîşan de herî kêm 5 kolberên Kurd li Urmiye û Kirmaşanê birîndar bûne.
Weke tê zanîn hikûmet û parlementoya Îraqê bi awayeke mewzûyî îzin dane kasibkarên Kurd ku hatûçûya ser sînoran bikin lê hêzên ewlekarî û çekdarên rejîmê guhê bi biryara hikûmet û parlementoyê nadin û rojane êrîşî ser Kolberên Kurd dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin