Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê êrîşî ser Eyn Îsa kirine.
Navenda çapemeniyê ya hêzên Sûriyeya demokratîk ragihand ku hewldanên Tirkiyeyê yên bo dagîr kirina deverê berdewamin.
Di çarçoveya wan hewldanan de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi awayeke berfire êrîşek bo ser Bakûrê Eyn Îsa yê pêk anîbûn lê hêzên HSDê li wan hetine dest û êrîşa wan têk birine.
Çapemeniya HSDê herwiha diyar kiriye ku komên cîhadî yên Tirkiyeyê piştî têkçûna êrîşa wan ji deverê reviyane.
Weke tê zanîn hikûmeta Tirkiyeyê berdewame li ser gef kirin bo lidarxistina operasiyoneke leşkerî li dijî Rojavayê û bo vê yekê jî Tirkiye hêzeke zêde şandiye deverê û topxaneyên Tirkiyeyê jî berdewamin li ser topbaran kirina deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin