Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro şemî 27ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Seroka civata bazirganiya Brîtanî Îraqî ( IBBC) Baroness Emma Nicholson û şandeke pê re kir.
Di civînê de Baroness Nicholson bi awayeke kurt besa kar û çalakiyên civata han bi taybetî konferansa dawî yaku li bajarê Dubayi hatibû organîzekirin û taybet bû bi pere pêdana liv û tevgerên bazirganî û hêlbirînê di navbera Brîtanya, Îraq û herêma Kurdistanê de, kir.
Di berdewamiya civîna han de me behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê û hewldan bo pir reng kirina abûrî û çavkaniyên dahatê kir.
Me tekez li ser vê yekê kir ku armanca me eve daku herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganî ya girîng li deverê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin