Ji aliyê polîs ve di operasiyonekê de hatine girtin.
Li gor çapemeniya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, îro sibê zû, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li bajarê Mardîn û derdorê li Bakûrê Kurdistanê operasiyoneke hevbeş lidar xistine.
Di operasiyona han de herî kêm 45 welatiyên Kurd bi hinceta ku têkiliyên wan li gel PKKê hene anjî endamên pkkê ne hatine girtin.
Duhê jî Wan, Şirnex û Colemêrgê jî bi dehan kes ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibûn girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin