Îro li Hewlêrê civiyan.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de her du aliyan behsa rewşa giştî ya Îraqê û encamên hilbijartinên Îraqê kir û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, Kurdistan bi ti awayî nabe beşek ji nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê lê hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî dide.
Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Îraq, Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin û tekez li ser pêşde birina têkiliyên heyî di tevahiya waran de hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanyayê behsa metirsiyên terorîstên DIŞIê kirin û ragihandin ku bo rûbirû bûna teror û metirsiyên terorîstan lazime hevkarî û hemahengiyeke berfire ya leşkerî di navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraq û hêzên hevpeymanan de hebe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin