Erbil 38°C Saturday 23 Aug 18:18

5 welatiyên din hatin revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Li gor zaniyariyên berdest, cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê 5 welatiyên din yên Kurd revandine.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kiriye ku beriya du rojan li gundê Qota ya ser bi devera Bilbilê cîhadiyên Tirkiyeyê li dijî welatiyên Kurd operasiyonek lidar xistine.

Di enama operasiyona han de 5 welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

Weke tê zanîn cîhadiyên Tirkiyeyê welatiyên Kurd direvînin û bo azad kirina wan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.