Li bajarê Necefê civiyane.
Îro nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Hennis-Plasschaert serdana bajarê Necefê kir û li gel Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir civiya.
Li gor çapemeniya Îraqê di civînê de her du aliyan behsa rewşa Îraqê, dozên bo hilweşandina encamên hilbijartinên Îraqê û hewldanên aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirine.
Ev civîn di demekê deye ku biryar bû îro Sedir li gel aliyên siyasî yên şîe yên dijî encamên hilbijartinan bicive lê ev civîna han ji aliyê Sedir ve hatibû paşxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin