Serok Barzanî li gel Mihemed Helbûsî civiya

tekez li ser cîhbicîh kirina hevbeşiyê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya teqedom ya Îraqî Mihemed Helbûsî û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de şanda hevpeymaniya teqedom jiber şehîd bûna pêşmergeyan di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de sersaxî da Serok Barzanî.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê û encamên hilbijartinan hate kirin û her du alî balkêşandine ser hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê.

Di dawiya civînê de tekez li ser cîhbicîh kirina pirensîbên şeraketê û hevsengiyê di nava desthilata hikûmetê de bo rizgar kirina Îraqê ji rewşa heyî kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.