Sedir dîsa huşdarî dide

dibêje em beşdarî di hikûmeta hevpeymanî de nakin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em beşdarî di hikûmeteke hevpeymanî de nakin.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar kiriye ku ev aliyên ku di hilbijartinan de rastî şikestê hatine, berpirsên li hember alozî û teqînên vê dawiyê yên li Îraqê de.

Muqteda Sedir diyar kiriye ku ev aliyên han bo çend korsiyan, welat ber bi aloziyan ve dibin û eger rewş wiha be vê dîsa aloziyên mezin çê bibin û lazime çek tenê di destê dewlet de be jiber ku, çekdarên deqanûnî çek û hêza çekdarî bo berejwendiyên xwe bikar tînin.

Ji aliyeke din ve nivîsîngeha Sedir belav kiriye ku ezmûna hikûmeta hevpeymanî û hikûmetek ku li ser esasê lihev kirina aliyên siyasî li ser parên xwe pêk hatiye, ezmûneke baş nebûye lewre tevgera Sedir vê carê beşdarî di nava ti hikûmetekê de nake ku, li ser esasê hevpeymanî û lihev kirina siyasî ya aliyan were avakirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.