Teqîn di nava kempeke penaberên Felestînê de çê bûye.
Li gor jêderên nûçeyan, duhê bişev li kempeke penaberên Felestînê li Libnanê teqîneke mezin çê bûye.
Teqîn di nava cebelxaneyeke nava kempê de çê bûye.
Kempa han yaku navê xwe Burc Elşîmaliye, sala 1955an li nêzî bajarê Sur ya li başûrê Libnanê hatiye çêkirin û têde penaberên Felestînî hene.
Artêşa Libnanê jî piştî teqînê kempa han dorpêç kiriye.
Heta niha derbarê hijmara kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin