Bo pîroz kirina roja alaya Kurdistanê hatine organîzekirin.
Îro li seraserê Kurdistanê roja alaya Kurdistanê bi merasîm û ahengên curbicur hate pîrozkirin.
Di vê çarçoveyê de îro di navenda bazara Hewlêrê de bi beşdariya hijmareke zêde ji welatiyên Kurdistanê, wezîr û rayedaran, ahengeke mezin bo pîroz kirina roja alaya Kurdistanê hate organîzekirin.
Di merasîmê de ji bilî pêşkêş kirina çend gotaran li dor girîngiya alayê, hevdem çend çalakiyên weke çalakiyên hunerî û stiranan jî hatin lidarxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin