Jiber zêde bûna mêj hatûçû rastî astengiyan hatiye.
Birêveberatiya hatûçûya Hewlêrê huşdarî da ajovanên ku hatûçûya Hewlêrê dikin û dibêje bila gelek baldar bin bi taybetî li cadeyên yek bande de.
Li gor daxuyaniyê, jiber zêde bûna tem û mêj, di rêyên derveya Hewlêrê de, asta dîtina ajovanan gelek kêm bûye lewre ajovan lazime gelek baldar bin û pêbendî şîretên hatûçûyê bin.
Polîs 5 xal diyar kiriye ku lazime ajovan pêbendî wan bin ku ev jî ewin, asta lezatiyê kêmtir be ji asta diyar kirî, pêşketin li cadeyên yek bande çê nebe heta ajovan pêşiya xwe bi başî nebîne, fox li ser ajovaniyê be, mobail neyê bikar anîn û lampeyên taybet bi mêj û temê werin pêkirin.
Weke tê zanîn ji duhê êwarê ve heta niha mêjeke gelek tund li hewlêrê û derdorê heye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin