12 welatiyan canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav îro di preskonferansekê de behsa amar û zirarên lehiya şeva pêncşem ya li Hewlêrê kir.
Omîd Xweşnav ragihand ku di encama lehiya han de 12 welatiyan canê xwe ji dest dane, termê 10 ji wan hatine dîtin û termê du ji wan hîn nehatine dîtin.
Xweşnav herwiha eşkere kir ku, 509 mal rastî zirarên madî hatine û kelûpelên nav wan ji nav çûne, 402 xanî jî dîwarên wan rûxiyane, derî û pencereyên wan têk çûne, 867 tirimbîl jî rastî ziraran hatine.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku 153 dikan, pêşenge û cîhên din jî zirar dîtine û bi giştî asta zirarên madî yên lehiyê derdorê 20 heta 21 miliyar dînara ye.
Weke tê zanîn şeva pêncşemê jiber barîna bixor lehiyeke mezin li Hewlêrê rabibû û gelek zirarên medin dabû xelkê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin