Li Diyalayê 2 terorîst hatin kuştin

balefirên Îraqî êrîşî ser pêgehên terorîstan kirine.
کوردستان TV
100%

Di êrîşeke balefirên şer de hatine kuştin.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî yên Îraqê belav kir ku, îro li parêzgeha Diyalayê, balefirên şer yên Îraqê êrîşî ser pêgehên terorîstên DIŞIê kirine.

Di encama êrîşa han de du terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de terorîstên DIŞIê li wan deveran liv û tevgerên xwe gelek zêde kirine û artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge jî operasiyonên xwe yên li dijî terorîstan zêdetir kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.