Di warê çandiniyê de çend proje cîhbicîh dike.
Wezareta çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku şandek ku nuneratiya çend kompaniyên hêlbirînê yên Îmaratî dike, serdana wezareta çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û li gel wezîr û rayedarên wezaretê civiyaye.
Wezîra çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê Bêgerd Talebanî û rayedarên din yên wezaretê, di civînê de li gel şanda Îmaratî, behsa têkiliyên navbera her du aliyan û çawetiya berfiretir kirina wan têkiliyan bi taybetî di warê çandiniyê de kirine û şanda Îmaratî eşkere kiriye ku armanc ji serdana han lêkolîn kirine li ser warên sermayegozarî û hêlbirînê li Kurdistanê de û biryar dane daye daku di warê çandiniyê de li Kurdistanê de sermayegozariyeke baş bike.
Ev kompaniyên Îmaratî vê di warê xwerak, birêvebirina samanên avî, projeyên xwedan kirina sewalan û çandiniyê de çend projeyên girîng cîhbicîh bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin