Serokê herêmê li gel balyozê Îranê civiya

behsa rewşa Îraq û metirsiyên terorê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Îranê yê li Îraqê Îrec Mescidî kir.

Di civînê de her du alî li ser têkiliyên Kurdistan û Îraqê li gel Îranê, pêşde birina hevkarî û hevbeşiya nabvera her sê aliyan kirin.

Her di heman civînê de Serokê herêmê û balyozê Îranê behsa rewşa Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî kirin.

Di berdewamiya civînê de metirsiyên terorê yên li deverê jî hatin nirxandin û her du alî li ser girîngiya kar kirina hevbeş bo parastina aramiya deverê û pêşde birina têkiliyên welatên herêmî li ser esasê berejwendiyên hevbeş û dostatiyê, hemfikir bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.