Li dijî îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd grev hatiye kirin.
Îro li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê weke diyar kirina nerazîbûna xelkê li dijî îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî û herwiha mehkûm kirina rejîma Îranê bazar û dikan hatin daxistin.
Li Sine, Merîwan, Mehabad, Bûkan, Serdeşt, Bane, Seqiz û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê kasibkar û xelk dikan û cîhên xwe venekirin û hatûçû jî nehate kirin.
Ev helwesta yekgirtî ya Rojhilatiyan bo mehkûm kirina rejîma Îranê û îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbaniye.
Weke tê zanîn Heyder Qurbanî roja yekşemê li girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû darvekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin