Peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir.
Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Mesîh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir ku, ev jî tekesta vê ye;
Bi boneya cejna jidayik bûna Hezretê Mesîh ( silavên xwedê li ser bin) pîrozbayî li tevahiya Mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di xweşî, şadî û aramî de biser bibin.
Bi vê boneya pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê dike ku berdewam dibe li ser pêşde birin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane, lêbûrîn û parastina mafên tevahiya pêkhateyan li herêma Kurdistanê de.
Cejna we pîroz be û hertim di nava aştî û kameraniyê de bijîn.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin