Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:04

Li Îraqê Îran wenda kiriye

dibêje hejmûna Îranê li Îraqê gelek kêm bûye.
کوردستان TV
100%

Di hilbijartinan de aliyê ku rastî şikestê hatiye Îrane.

Şîrovekar û pisporê siyasî yê Îraqî Îhsan Şemerî ragihand ku, bandora Îranê li Îraqê gelek kêm bûye û niha weke berê Îran nikare destwerdanî di karûbarê Îraqê de bike.

Ihsan Şemerî ji malpera navenda lêkolînan ya Hure a Amerîkî re ragihandiye ku li Îraqê bandora Îranê jiber şikesta ku di hilbijartinan de rastî aliyên ser bi Îranê hatiye gelek kêm bûye.

Şemerî herwiha diyar kiriye ku piştî bûyerên Cotmeha 2019an li Îraqê, hejmûna Îranê li Îraqê gelek kêm bûye, niha Îran nikare weke berê destwerdanî di karûbarên Îraqê de bike.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku îflas kirina aliyên şîe yên ser bi Îranê di hilbijartinanê cotmeha 2021an de, vê yekê îsbat dike ku Îran li Îraqê gelek lawaz bûye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.