Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:16

Du welatiyên Kurd hatin girtin

heta niha kes nizane li kûderê ne.
کوردستان TV
100%

Li Nexedeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê du welatiyên Kurd bi navê Ferzîn Ebdulahzade û Serheng Ebdulazdeh binçav kirine.

Hengawê diyar kiriye ku ev her du welatiyên Kurd heta niha çarenivîsa wan nediyare, jiber ku, dema hatine girtin bo cîheke nediyar hatine veguhastin û ti sedemek derbarê girtina wan de jî nehatiye diyarkirin.

Herwiha diyar kiriye ku kesûkar û albetên wan jî gelek hewl dane daku zaniyarî derbarê girtiyan de bidest bixin lê hewldanên wan bê encam bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.