Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:04

Ciwanekî Kurd li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem

xelkê Efrînê ye û ji sala 2011an çûye Amerîkayê.
کوردستان TV
100%

Mîro Kalo, ligel malbata xwe ji sala 2011an ve, ji Efrînê çûne Amerîka û li New Yorkê bicih bûn.

Nîşan Amerîka Kurd Mîro Kalo

Ciwanekî ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku bi sedema krîza Sûriyê ligel dê û bav û birayê xwe koçber bû, li Amerîkayê xewna zaroktiya xwe biserkeftî pêk anî.

Mîro Kalo, ciwanê Kurd ê ji Efrînê, li ser asta 10 hezar hevtayên xwe yên xwendekarên Zanîngeha (Famingdale State College) yekem derket û bawernameya bakaloryos di Rêveberiya Firokevaniyê de bidest xist, lewma jî, ew ji aliyê serokatiya zannîgehê ve, hate xelatkirin.

Mîro Kalo, ligel malbata xwe ji sala 2011an ve, ji Efrînê çûne Amerîka û li New Yorkê bicih bûn. Li wê derê jî, wî li kêleka bawernameya Rêveberiya Firokevaniyê, bawernameya dîplomê di Zanistên Siyasî de bidest xist. Ne tenê wiha, lê wî xwendina 4 salan, di 3 sal û 6 mehan de biserî kir.

Ji rûdawê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.