Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:16

Çend navendên Husiyan hatin teqandin

cebelxaneyên Husiyan hatine teqandin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine teqandin.

Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku li dijî çekdarên Husî piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike ragihand ku êrîşên wan yên li dijî çekdarên Husî berdewamin.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê, di çarçoveya wan êrîşan de, duhê bişev balefirên şer yên hevpeymaniya Erebî li Senaya payetexta Yemenê êrîşî ser çend navend û cebelxaneyên Husiyan kirine û di encama êrîşên han de çend naved û cebelxaneyên Husiyan hatine teqandin.

Hevpeymaniya Erebî derbarê zirarên canî yên êrîşê de ti zaniyarî nedaye û Husî jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

Weke tê zanîn beriya du rojan hevpeymaniya Erebî diyar kiribû ku di nava 24 seatan de zêdetir ji 240 çekdarên Husî ji aliyê hevpeymaniyê ve hatibûn kuştin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.