Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:04

99 kesên din bi Koronayê ketin

5 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 99 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 50 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 162 berketiyên berê jî baş bûne û 5 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 380 hezar û 275 kes bi koronayê ketine û 7 hezar û 93 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.