Erbil 38°C Thursday 19 Jun 19:28

Îran û Îraq daxwaza dawî anîn bi şerê Yemenê dikin

Îraq hêviya encam û rêkeftineke beş bo danûstandinên Îran û welatên cîhanê dixwaze.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên wan welatan bi telefûnê peyvîn.

Wezareta derve ya Îraqê daxuyaniyek belav kir û têde behsa peywendiya telefûnî ya di navbera wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên û wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di peywendiya telefûnî de Husên û Ebdulahiyan behsa têkiliyên navbera Îran û Îraqê, rewşa giştî ya deverê, hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û çend mijarên din kirine.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de her du aliyan behsa şerê li Yemenê kirine û daxwaza bi dawî anîna şerê li Yemenê kirine.

Herwiha nîqaş li ser danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî ya li ser bernameya etomiya Îranê kirine û wezîrê derve yê Îraqê hêviya vê yekê xwestiye ku ev danûstandinên han bigehêjin rêkeftinek ku li gor her du aliyan be.

N: E. G

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.