Ev her du pêgeh li başûrê Beled ya li parêzgeha Selahedînê de bûne.
Li gor çapemeniya Îraqê îro şemî danê sibê, balefirên şer yên Îraqê êrîşeke esmanî birine ser pêgehên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahedînê.
Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî belav kir ku, di encama wan êrîşan de du pêgehên terorîstên DIŞIê li başûrê qezaya Beled ya li parêzgeha Selahedînê hatine wêrankirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev zêdetir ji salekê ye ku terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraq êrîşên xwe zêdetir kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin