Li başûrê Kerkûkê veşargeheke rêxistina DIŞIê hat dîtin û çend veşargehên din jî li parêzgeha Selahedîn hatin topbarankirin.
Li gor nûçeyeke basnewsê wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hêzên Firqeya Pênc a Polîsên Federal, bi piştevaniya yekeyên hêzên dezgeha îstixbaratê û tîmên endazyarî yên rakirina mayînan û pûçkirina bombe û teqemeniyan, proseyeke ewlehiyê li geliyê Kerhe û Ebû Xenacir li başûrê Kerkûkê encam dan û veşargeheke çekdarên DIŞIê dîtin.”
Herwiha çend veşargehên din jî li sînorê Samera yê ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatin topbarankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin