Parlemen duhê yekem civîna xwe li dar xist.
Duhê li Bexdayê yekem civîna parlementoya nû ya Îraqê hat lidarxistin.
Di civîna han de yekem car Serokê parlementoyê û her du Cîgirên wî hatin hilbijartin.
Mihemed Helbûsî ku suneye bû Serokê parlementoyê, Hakim Zamilî û şîeye û Şaxewan Ebdulah ku Kurde bûn Cîgirê Serokê parlementoyê.
Piştî hilbijartinê Serok Barzanî peyamek weşand û hêvî kir ku, ev pêngava han bibe derfetek bo avêtina pêngavên din yên girîng yên bo çareser kirina kêşe û arîşeyên heyî yên li Îraqê bi taybetî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û sepandina prensîbên şeraket, hevbeşiya rastîn û hevsengiyê.
Herwiha Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jî dilxweşiya xwe diyar kiriye û gotiye ev yekem mizgîniya mezin ya hikûmeta nîştimaniye.
Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek pêşkêşî Serok û Cîgirên wî kiriye û pîrozbayî li wan kiriye û hêviya serkeftinê ji wan re xwestiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin