Dibêje ev pêngava han vê Îranê li Sûriyeyê dûr bixe.
Rayedarekî mezin yê Îsraîlî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji çapemeniya Îsraîlê re ragihandiye ku Îsraîl li hember normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û welatên din yên Erebî dilxweşe.
Ev berpirsê Îsraîlî herwiha eşkere kiriye ku normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û welatên din yên Erebî bandoreke baş li ser rewşa Sûriyeyê dike û dibe sedema bêbandor kirina Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê û di dawî de dibe sedema derketina Îranê ji Sûriyeyê ku ev yek jî bo Îsraîlê pêngaveke gelek başe.
Berpirsê han tekez li ser vê yekê kiriye ku normal kirina têkiliyên welatên Erebî yên sune li gel Sûriyeyê dibe sedema derketina Îran û komên şîe ji Sûriyeyê ku ev jî bi wateya dûrketina metirsiyek li ser Îsraîlê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin