Jiber rabûna lehiyan çend navendên fermî jî betlanî ragihandin.
Berbanga îro pêncşem li Hewlêrê baraneke bixor barî û di encama baran barîna han de li çend tax û navçeyên Hewlêrê lehî rabûn.
Di encama rabûna lehiyan de çend rêyên sereke yên hatûçûyê hatin daxistin.
Herwiha jiber lehî û baranê, wezareta perwerde, îro îmtîhan kirininên Xwendekaran rawestand û ragihand ku îmtîhan vê roja şemî werin kirin.
Herwiha zanîngeha Selahedîn û çend navendên din yên fermî jiber baran û lehiyê betlanî ragihandin.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî jî li Hewlêrê di encama lehiyê de 12 welatî canê xwe ji dest dabûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin