Wezareta tendirostî huşdarî dide xelkê.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa zêdebûna hijmara pêketiyên rojane bi Koronayê kiriye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 500 kesên din bi Koronayê ketine, 67 berketiyên berê jî baş bûne û 2 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezaretê diyar kiriye ku lazime welatî baldar bin, xwe vaksîne bikin û maskeyan girê bidin û eger ne gelek neçar bin, serdana cîhên giştî nekin û rêkarên tendirostî cîhbicîh bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin