Hadî Amerî serdana Hewlêrê dike

Îsmaîl Qaanî jî serdana Bexdayê dike.
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên Qudis jî serdana Bexdayê dike.

Hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê berdewamin û di vê çarçoveyê de, biryare îro Serokê basikê heşda şebî li parlementoya Îraqê Hadî Amerî serdana Kurdistanê bike.

Hadî Amerî di serdana xwe de vê li Hewlêrê li gel Serok Barzanî bicive û mijara sereke ya civînê jî hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê dibe.

Ji aliyeke din ve biryare li ser fermana Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê, Farmandarê hêzên Qudis yên Îranî Îsmaîl Qaanî serdana Bexdayê bike.

Armanca sereke ya serdana Qaanî bo Bexdayê lihev anîna aliyên şîe yên Îraqê ye.

Îran dixwaze di ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de, rola Kurd û suneyan lawaz bike lewre zextan li aliyên şîe dike daku lihev bikin û bihevre hikûmeta nû ya Îraqê ava bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.