Piştî 2 rojan geliya Jalane hate vekirin

zêdetir ji 3 metreyan berf bariye.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 3 metre berf bariye.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê geliya Jalane ya li Hewramanê piştî 2 rojan girtî bûnê hatiye vekirin.

Geliya Jalane, rêya serekî ya navbera Merîwan û Hewramanê ye û di nava 24 seatan de zêdetir ji 3 metreyan berf têde bariye û rêya zêdetir ji 12 gundan hatibû daxistin.

Îro geliya han piştî 2 rojan hatiye vekirin û ajovan dikarin bi baldarî hatûçû bikin.

Jalane yek ji geliyên bilind li Hewramanê ye, piştî geliya Tete, tê gotin li Tete jî zêdetir ji 5 metre berf bariye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.